Li Gimgimê veguhastina leşkerî û kontrola nasname

Li Gimgimê veguhastina leşkerî û kontrola nasname

Li bejahiya gundê Uskira yê navçeya Mûş Gimgimê hejmareke zêde leşker hatin veguhastin û di nuqteyên kontrolê yên li ser rê hatine danîn, wesayît tên kontrolkirin.

Li bejahiya gundê Uskira yê Gimgimê hejmareke zêde leşker tên veguhastin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li devê rêya gundê Uskira hejmareke zêde leşker û maşînên zirxî hatin bicihkirin. Leşkeran her weha li ser rêya gund nuqteyên kontrolê danîn û şêniyên herêmê yek bi yek di kontrolê re derbas dikin.