Li Girê Spî 11 çete hatin kuştin

Li Girê Spî 11 çete hatin kuştin

Li Girê Spî, di navbera gundên Virgul û Çelbê de di encama şerê ku di navbera komên çekdar û hêzên YPG'ê derketin de 11 endamên çeteyan hatin kuştin û wesayîtên wan hatin rûxandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, komên çekdar saet derdora 17.00'an de êrîşî gundên Virgul û Çelbê yên li rojavayê Girê Spî (Til Ebyad) kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv da û şer derket. Hate ragihandin ku di encama şer de wesayîtek komên çekdar ku 4 kes têde bûn hatiye rûxandin û 4 kes jî hatine kuştin. Her wiha hate gotin ku wesayîtek din a di hawarê hatiye jî ji aliyê yekîneyên YPG'ê ve hatiye lêdan û 7 endamên çeteyan hatine kuştin.

Hate gotin ku komên çete, piştî pevçûnan xwe paşve kişandine.