Li Girê Spî 2 çete hatin kuştin
Li Girê Spî 2 çete hatin kuştin
Li Girê Spî 2 çete hatin kuştin
Li gundê Evdiko yê Girê Spî, di encama pevçûnekê de 2 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin. Komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ji duh êvarê ve gundên rojavayê Girê Spî (Til Ebyed) topbaran dikin.
Çavkaniyên YPG’ê diyarkirin ku komên çekdar ên DAIŞ’ê ji duh êvarê ve gundên Qiz Elî û Fîûnetê bi hawanan topbaran dikin.
Hate gotin ku gundên têne topbaran kirin sivîl hene û di encamê de ziyana madî çêbû ye. Her wiha heman çavkaniyan destnîşankirin ku li nêzî gundê Evdiko yê rojavayê Girê spî di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên demî rûdane û di encamê de 2 çete hatine kuştin.