Li Girê Spî 3 çete hatin kuştin
Li Girê Spî 3 çete hatin kuştin
Li Girê Spî 3 çete hatin kuştin
Hêzên YPG’ê di çarçoveya “Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn Efrîn” de li Girê Spî (Til Ebyad) li dijî komên çete çalakiyek pêk anîn û di encamê de 3 çete hatin kuştin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hêzên YPG’ê di çarçoveya “Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn Efrîn” de li dijî baregeha komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra ya li gundê Melûh El-Qemer a 12 kîlometerî başûrê Girê Spî ye, çalakî lidar xistine. Hate hînbûn ku di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin. Hate gotin ku pevçûnên demî li derdora gundên Sûsik û Çelbê jî hîn didomin.