Li Girê Spî 7 çete hatin kuştin
Li Girê Spî 7 çete hatin kuştin
Li Girê Spî 7 çete hatin kuştin
Li rojavayê bajarê Girê Spî (Til Ebyad) di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) de pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de 7 endamên çeteyan hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, li derdora gundê Bîrkino şevê din di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên girêdayî DAIŞ’ê de pevçûn derketin. Hate ragihandin ku di encama pevçûnan de 4 çete hatin kuştin û wesayîtek wan hate rûxandin.
Hate gotin ku li derdora gundên Sûsik û Yarqo jî di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de pevçûn derketin û di encamê de 2 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin û 3 çete jî hatin kuştin.
Li aliyê din hate gotin ku komên çete gundên Evdiko, Girê Sor û Qîzeelî bi hawnan topbaran kirine û di encamê de ziyana madî çêbûye.