Li Girkê Legê 2 Emîrên çeteyan hatin kuştin 2 jî birîndar bûn
Li Girkê Legê 2 Emîrên çeteyan hatin kuştin 2 jî birîndar bûn
Li Girkê Legê 2 Emîrên çeteyan hatin kuştin 2 jî birîndar bûn
Hate ragihandin ku di şerê duh ê li derdora gundên Girhok û Yusufiyê yên Girkê Legê di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar de derketibûn, 2 emîrên çeteyan hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne. Hate gotin ku navê emîrekî hatiye kuştin Ebû Xebat e.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatine girtin, piştî ku komên çekdar 2 roj berê li derdora gundên Girhok û Yusufiyê êrîş pêk anîn û YPG'ê bersiv dan, şerên dijwar derketin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku di van pevçûnan de komên çekdar windahiyên mezin dane û di pevçûnên duh de 2 emîrên wan hatine kuştin, 2 emîr jî birîndar bûne.
Li gorî çavkaniyên YPG'ê emîrên hatine kuştin û birîndarkirin, ên payebilind in û navê emîrekî hatiye kuştin Ebû Xebat e, lê navê yê din nehatiye hînbûn. Dîsa li gorî heman çavkaniyan navê emîrekî birîndar bûye jî Ebû Emmar Sehyonî ye.
Hate gotin ku komên çekdar piştî ku emîrên wan hatin kuştin û birîndarkirin, bi tangan hatine cihê pevçûnê û herdu emîrên birîndar û cenazeyên herdu emîrên hatine kuştin birine.