Li Girkê Legê 5 çete dîl hatin girtin

Li Girkê Legê 5 çete dîl hatin girtin

Li derdora gundên Girhok û Yusufiyê, di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar de şevê din şer derket. Di encama şer de 5 endamên komên çete dîl hatin girtin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, şevê din saet derdora 01.00'an de li derdora gundên Girhok û Yusufiyê yên girêdayî Girkê Legê, di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar de şer derket. Çavkaniyan diyar kirin ku di şerê ku heta saetên serê sibehê bi dijwarî dom kir de, gelek kuştî û birîndarên komên çete çêbûne û 5 çete jî dîl hatine girtin.

Der barê pevçûn ku cih bi cih dom dikin de, agahiyên zelaltir nehadin bidestxistin.