Li Girkê Legê bawernameyên tenduristiyê hatin belavkirin

Li Girkê Legê bawernameyên tenduristiyê hatin belavkirin

 Li gundê Dugirka ya Girkê Legê meclisa tenduristiyê ya gund bawernameyên tenduristiyê bi merasîmekê li 72 ciwanên jin yên ku dewreya tenduristiyê bi dawî kiribûn belav kirin.

Li gundê Dugirka ya Girkê Legê meclisa tenduristiyê bawernameyên tenduristiyê bi merasîmekê li 72 jinên ciwan, yên ku beriya neha tevlî dewreya tenduristiyê ya ji aliyê meclisa tenduritiyê hatibû despêkirin bibûn hate belavkirin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre Endamê Meclida Gundê Dorkura Şukrî Mihemed axivî û dazanî ku di herdû salên borî de, ewan gelek çalakî pêkanîne.

Mihemed diyar kir ku ew hewl didin ku hemû ciwan di rewşên awerte de amide bin, di nava karê tenduristiyê de bin. Di dawiya axavtina xwe de Mihemed bal kişand ku di dewreyê de li ser gelek karê tenduristiyê hate sekinandin, her wiha di nava perwerdeyê de rêbazê derman kirina birîna ya bi lez jî hebû.

Piştî ku axaftin bi dawî bû bawername li jinên ciwan hate belavkirin. Derbarê wergirtina bawernameyan jina ciwan ya bawername wergirt Delal Mûsa diyar kir ku êdî ew amede ne mudaxeleya awerte bikin. Her wiha Nisrîn Mihemed jî dazanîn ku ew piştî dewreyê êdî amede ne û soz da ku ewê di rewşên awerte her tim amede bin.