Li Girtîgeha Burdurê binpêkirina mafan

Li Girtîgeha Burdurê binpêkirina mafan

Li Girtîgeha Tîpa E ya Burdurê ji ber ku girtiyên ji doza PKK'ê girtî kamera çavdêriyê şikandin rastî cezaya hucre, ragihandin û 400 TL yî hatin. Malbata girtiyê bi navê Nîhat Ekmez diyar kir ku, amurên teknolojiya ku pêşdikeve li ser girtiyan wek amûra tundiyê tê bikar anîn û bertekên xwe nîşanî vê yekê dan.

Binpê kirinên mafan yên girtîgehan sînoran nasnake. Li Girtîgeha Tîpa E ya Burdurê girtiyên ji doza PKK'ê  girtî bi hinceta ku mehek pêşde kamera çavdêriyê şikandin 3 roj rastî cezaya hucre, ragihandin û 400 TL yî hatin. Nîhat Ekmezê ku salek berê ji Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê mişextî Girtîgeha Tîpa E ya Burdurê hat kirin, piştî ku ev bûyer binpêkirina mafan ên li girtîgehê ji malbata xwe re gotin derketin holê.

Nîhat Ermez ku cezaya muebetê lê hatiye birîn û 19 salin di girtîgehê de ye, bi riya malbata xwe ragihan ku kamera wek amûrek tundiya derûnî bikartinîn û wiha got: "Bi kameran dixwazin hestan bikujin."

Malbata Ekmez diyar kir ku, bi cezaya hucreyê ya ku dane kurê wan agahiya wan ji vê rewşê çêbûye, ji vê rewşê jî bi fikarin. Malbatê da zanîn ku, her ku diçe rê û rêbazên nû metodên nû bikartîne û wiha got: "Bi taybetî teknolojiya pêşketî li ser girtiyan wek amûra tundiyê bi kartine. Çavdêriya 24 demjimêrê dibe sedema tundiya derûnî. Di nava çar dîwaran de qadek teng avakirin." banga hestiyariyê li raya giştî kir.