Li girtîgeha Îranê mirina bi guman a girtiyê Kurd

Li girtîgeha Îranê mirina bi guman a girtiyê Kurd

Girtiyeke Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê li girtîgeha bajarê Mînab a rejîma Îranê jiyana xwe ji det da. Sedema mirina bi guman a girtiyê Kurd weke “nexweşî” hate destnîşankirin.

Zextên rejîma Îranê li ser Kurdan berdewam dike. Li gorî nûçeyek Kurdpayê, girtiyê Kurd bê bi navê Mihemed Zînetî ku ji bajarê Seqizê ye roja 15’ê sibatê di girtîgeha Mînabê de bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest da.

Hate diyarkirin ku Mihemed Zînetî yê 31 salî, piştî ku nexweş ket ew nebirin nexweşxaneyê û li girtîgeha Mînabê ya parêzgeha Hormuzganê jiyana xwe ji dest dest da.

Zînetî beriya 8 salan bi hinceta “çek û teqemenî pêre hebûye” hatibû girtin.