Li Girtîgeha Kiriklarê tecrîda giran!

Li Girtîgeha Kiriklarê tecrîda giran!

Li Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê ya bi Hejmara 2, ev du mehin tecrîdeke giran li Enver Ozer tê kirin û ev yek malbata wî dixe nava fikaran.

Mehkûmê siyasî Enver Ozer ê ji Girtîgeha Şakranê veguhestin Girtîha Tîpa F ya bi Hejmara 2 a Kiriklarê, ev 2 meh in hay jê tineye. Malbat ji tenduristiya Ozer gumanan dike.

Der heqê mijarê de birayê Enver Ozer ê li navçeya Mûş Melezgîrtê Metîn Ozer bi telefonê agahî da ANF'ê û anî ziman ku herî dawî carekê bi telefonê pê re peyiviye û ji hingî ve haya wan jê tineye.

RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ WÎ JI HEMÛ MAFAN BÊPAR DIHÊLE

Metîn Ozer got, "Ez dizanim ku birayê min di bin tecrîdeke giran de ye. Wî dernaxînin nava girtiyan. Nahêlin ew ji ti mafekî li girtîgehê sûdê werbigire. Mafên wî yên mîna telefon, name tên astengkirin. Rewşa birayê min me gelekî dixe nava fikar û gumanan."

‘JI BILÎ GARDIYANAN NIKARE KESÎ BIBÎNE’

Metîn Ozer da xuyakirin ku nahêlin birayê wî Enver kesî bibîne û got, "Li girtîgehê, ji bilî du gardiyanan, nikare kesî bibîne. Fikar û gumanên me yên li ser tenduristiya wî ya fîzîkî û giyanî, zêde dibin. Ezê piştî cejnê werim Îzmîrê û hewl bidim birayê xwe bibînim. Ji Mûşê heta Îzmîrê di her kêliyê de em nikarin werin serdana birayê xwe. 

DIKARE DEST BI GRÊVA BIRÇÎBÛNÊ BIKE

Metîn Ozer diyar kir ku wan bihîstine ji ber tecrîda giran birayê wî Enver wê piştî Cejna Rermezanê dest bi grêva birçîbûnê bike û bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên civakî yên sivîl kir ku bi hişyarî û berpirsyarî nêzî vê rewşê bibin.