Li Girtîgeha Mêrdînê sîrgûn û lêdana zarokên girtî
Li Girtîgeha Mêrdînê sîrgûn û lêdana zarokên girtî
Li Girtîgeha Mêrdînê sîrgûn û lêdana zarokên girtî
Şaxê Komeleya Mafê mirovan (ÎHD) ya Mêrdînê da diyar kirin ku zarokên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimînîn rastî lêdanê û sîrgûnê tên û hinek zarok ji ber lêdanê birîndar bûne.
Serokê Şaxê Komeleya Mafê mirovan (ÎHD) ya Mêrdînê Erdal Kuzu destnîşan kir ku hefteya bûrî li Girtîgeha Mêrdînê zarokên ji ber cezayê siyasî hatîn girtin rastî tundiyê hatine û hinek ji wan zarokan ji ber lêdanê birîndar bûne û got: “ Bi vê rewşa zarokan re ya dibin tecrîtê de hinek wan sirgûnî Girtîgeha Midyatê kirîne. Em weke komela Mafê mirovan şideta li ser zarokan şermezar dikîn. Divê di derbarê erkdarên şidet li ser zarokan de bi kar anîn lêpirsîn bê destpêkirin.”