Li Girtîgeha Mûşê Îsyan
Li Girtîgeha Mûşê Îsyan
Li Girtîgeha Mûşê Îsyan
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê girtiyan li dijî zextên rayedarên girtîgehê îsyan derxistin. Girtiyan ode dan ber agir. 7 girtiyên jin ên di bûyerê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.
Girtiyên jin ên Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê ji ber ku cilên wan ên herêmî û pirtûkên wan ji aliyê rayedarên girtîgehê ve hatin desteserkirin îsyan derxistin. Jinên ku li odeyan îsyan derxistin nivîn û bataniyên xwe dan ber agir û şewat derxistin. Di şewatê de 7 girtiyên jin birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Hat zanîn ku li beşa zilaman a girtîgehê jî îsyan berdewam dike. Der barê girtiyên ku rakirin nexweşxaneyê de jî agahî nehat bidestxistin.