Li girtîgeha Sêrtê girtî derneketin havdîtinê
Li girtîgeha Sêrtê girtî derneketin havdîtinê
Li girtîgeha Sêrtê girtî derneketin havdîtinê
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê girtiyên girtîgeha tîpa E a Sêrtê hem ji ber şert û mercên zor yên li girtîgehê û hem jî ji ber qirkirinên bi destên polîsan li Geverê tên kirin de vê heftê hevdîtin protesto kirine û derneketine hevdîtinê.
Girtiyan bi telefonê ji malbatên xwe re ragihandin ku bi mişextîbûnên dawiyê re li girtîgihan binpêkirina mafan zêde bûne. 152 girtiyên siyasî yên li girtîgiha tîpa E a Sêrtê dimînin ji ber li navçeya Geverê a Colemêrgê qetilkirina sê welatiyan bi destê polîsan û binpêkirina mafan a li girtîgehan hevdîtin pirotesto kirin. Girtiyan diyar kirin ku piştî mişextîbûnên dawiyê mafên wan yên herî xwezayî weke sohbet, werzîş, kêmkirina demjimêra hevdîtinê û wekedin êdî sinoran di danin pêşiya wan. Dibêjin devê pênc kes derkevin werzîşê, kêmkirina kesên ku têne hevdîtinê, hejmara yên derdikevein sohbetê kêmdikin. Hanediyarkirin ku 120 qamera û 4 mobesa di zindanê de bi cih kirine û her kêliya wan dişopînin.
ALÎKARIYA JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊN ASTENGKIRIN
Girtiyên PKK û PAJK’ê yên li gertîgiha tîpa E ya Sêrtê hem ji ber di girtîgihê de binpêkirina mafan zêde bûye û hem jî ji ber qirkirinên ku li Geverê pêkhatin pirotesto bikin vê heftê derneketin hevdîtinê. Girtiyan bi riya malbatên xwe diyarkirin ku dê vê hefteya pêş me jî dernekevin hevdîtinan. 101 gertî, 19 hukumxwar û 32 jin ên li girtîgiha tîpa E a Sêrtê dan diyarkirin ku rêveberiya girtîgihê nahêlin wê alîkariya hevalên xwe yên nexweşbikin û girtiyên nexweş di du odeyên cuda de dihêlin. Girtiyan banga histiyariyê li raya giştî kirin.