Li Girtîgeha Vezîrkopru 10 girtî 5 rojin di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Vezîrkopru 10 girtî 5 rojin di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Vezîrkopru 10 girtî 5 rojin di greva birçîbûnê de ne
10 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Vezîrkopru ya Samsunê dimînin bi rêya malbatên xwe destnîşankirin ku ji ber pêkutî û kiryarên xerab ên rêveberiya girtîgehê û gardiyanan ewlekariya canê wan nemaye û diyar kirin ku ji 23'ê Tebaxê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.
Li girtîgehan li hemberî girtiyan zext, pêkanînên kêfî û pêkanînên binpêkirina mafan her roj zêde dibin. Herî dawî li Girtîgeha Vezîrkopru ya Samsunê li hemberî kiryar û pêkutiyên xerab 10 girtiyên siyasî Îna borî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Hamît Otun ê girtî di çarçoveya hevdîtina heftane de ku li malbata xwe geriya û der barê zextên pêre rû bi rû dimînin agahî dan. Hevsera Otun, Emîne Otun têkildarî hevdîtina bi rêya telefonê ya bi hevserê xwe re da xuyakirin ku hevserê wê gotiye ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve zextên li hemberî wan pir zêde bûne.
Oten da xuyakirin ku hevserê wê gotiye ku rastî zexta zêde ya rêveberiya girtîgehê û gardiyanan tên, nameyên ji girtîgehê re tên şandin jî têne qetandin an jî paşde dişînin.
'XWARINA JI BO 5 KESAN DIDIN 10 KESAN'
Oten, got ku hevserê wê ragihandiye meqes, makîneya neynûkan û amûrên traşê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên şikandin û wiha berdewam kir: "Wek girtiyên siyasî em 10 kes dimînin. Xwarina 5 kesan didin 10 kesan. Her roj xwarina me kêmtir dikin." Otun, da zanîn ku bi hevserê wê re 10 girtî ji roja Înê ve di greva birçîbûnê de ne û têkildarî mijarê ji bo alîkariyê serî li Komeleya Mafê Mirovan dane.
'EM Ê SERÎ LI CIHÊN PÊWENDÎDAR BIDIN'
Serokê Komeleya Mafê Mirovan a Şirnexê Mehmet Emîn Cengîzoglu jî destnîşan kir ku hevser û birayê Otun têkildarî binpêkirina mafan ên li Grtîgeha Vezîrkopru ya Samsunê serî li wan dane û wek Komeleya Mafê Mirovan wê vê serîlêdanê binirxînin, di serî de Serokwezîrtî û Wezareta Edaletê wê serî li cihên pêwendîdar bidin.
Cengîzoglu wiha berdewam kir: "Şert û mercên girtîgehê li cihekî dûrxistina girtiyan ji malbatên wan û ew birina bajarên bi hezarê kîlometreyan dûr, cezayê duyemîn e. Malbat bi mehan nikarin xizmên bibînin. Ji bilî bi rêya telefonê ji ber derfetên maddî nîn in gelek malbat nikarin xizmên xwe bibînin. Ev jî êşa duyemîn e ya dewlet û pergal li hemberî girtî û malbatan pêk tîne ye." Cengîzoglu di berdewama axaftina xwe de got ku wek Komeleya Mafê Mirovan daxwaz kirine ku girtiyan bînin girtîgehên nêzî malbaten wan û wiha berdewam kir: "Em dixwazin weke mirov nêzî kesên di girtîgehan de bibin. Têkildarî vê mijarê em ê serîlêdanên xwe yên demokratîk bikin. Eger pêwîst bike bi civînên çapemeniyê û çalakiyên girseyî jî em ê vê mijarê bigihînin tevayî raya giştî û heta ya cîhanê jî. Ji roja Înê ve li gorî agahiyên ku malbatên girtiyan dane ji ber pêkutî û kiryarên xerab girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Em tevayî gelê xwe û çapemeniyê di vê mijarê de dawetî hişyariyê dikin û em ê şopdarê vê bin.