Li girtiyên nexweş îşkenceya 'rehabîlîtasyon'ê

Li girtiyên nexweş îşkenceya 'rehabîlîtasyon'ê

Girtiyên nexweş ên ji bo wergirtina rapora Saziya Tipa Edlî anîn Girtîgeha Metrîsê û li beşa "rehabîlîtasyonê" hatin bicihkirin, mafê wan ê sohbetê hat qedexekirin. Sedem jî, 'Ji xwe hûn derdikevin qada hewadarkirinê." 5 girtiyên nexweş ên doktor nedîtine dixwazin vegerin koxûşên xwe yên berê gel hevalên xwe.

Girtiyên bi nexweşiyên giran ku xwedî raporên nexweşxaneyê ne, lê li gel vê nayên berdan, ji bo wergirtina raporeke nû ji Saziya Tipa Edlî ew anîn Girtîgeha Metrîsê. Lê belê îşkenceya li girtiyên nexweş li vê derê jî dewam dike.

Ji 18 girtiyên nexweş ên ji destpêka meha Hezîranê anîne Girtîgeha Metrîsê bi tenê 2 ji wan hatine berdan. Ji 10 girtiyan jî rapora "dikare li girtîgehê bê ragirtin" hat dayîn. Saziya Tipa Edlî biryar da ku 2 girtiyan li bşa rehabîlîtasyonê ya girtîgehê werin bicihkirin û piştî 3 mehan rewşa wan ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin.

Çend roj berê 4 girtiyên din ên nexweş anîn Girtîgeha Metrîsê. Ew jî li benda raporê ne.

NIKARE BIXAIVE, BINÊ XWE GEMARÎ DIKE LÊ HÎNÊ LI GIRTÎGEHÊ YE

Yek ji girtiyên nexweş ku saziya tipa edlî biryar da li beşa rehabîlîtasyonê bicih bike Salîh Tûgrûl e. Bîr û hemû refleksên Tûgrûl têk çûne. Qet nikare biaxive û timî ji devê wî girêz diherike. Timî binê xwe gemarî dike. Cihê lê dimîne, dibêje qey bandyo û tiwalet e, hewl dide li wir pêdiviya xwe ya banyo û tiwaletê tedarik bike. Bi tena serê xwe nikare bimeşe, bi alîkariya hevalên xwe tenê çend gavan dikare bavêje. Nikare bi pêlikan hilkişe. Nikare bi paş ve gavan biavêje, dema gavekê diavêje dikeve erdê.

Hasan Kaçar ê di sal a1984'an de çê bû jî, ev 10 sal in di girtîgehê de e. Kaçar ê 51 kîlo girtiye nexweşê ankîlozan spandîlît e. Ankîlozan spandîlît ku nexweşeke bi êş a kronîk e, li girde, mil, kawikê rû dide. Bi giranbûna nexweşiyê re hestiyên piştê bi hev dikele û pişt xwar dibe. Ji ber vê yekê nexweşî zerarê dide rêvî, gurçik, dil û kezebê. Timî êşê dikşîne, her tim dibêje "Ji tiliya lingê min heta paş situyê min, diêşe".

Li girtîgeha rehabîlîtasyonê ji bilî Salîh Tûgrûl û Hasan Kaçar 2 girtiyên din ên nexweş hene.

MAFÊ SOHBETÊ QEDEXE YE

Li vê beşê, mafê her girtiyên nexweş heye ku hefteyê 10 saetan bi 10 girtiyên bixwaze re sohbetê bikin. Lê belê girtiyên li vê beşê, ji vî mafê xwe bêpar hatie hiştin.

Rêveberiya girtîgehê ya mafê sohbetê qedexe kiriye, ji girtiyan re dibêje, "Ji xwe hûn 5 kes derdikevin qada hewadarkirinê."

NEXWEŞIN LÊ LI HOLÊ DOKTOR NÎNE


5 girtiyên nexweş li beşa rehabîlîtasyonê ya girtîgehê ne, lê rûyê doktoran nabînin.

Bi tenê paqijiya girtiyên felç rojane tê kirin. Ji ber vê yekê girtî dixwazin vegerin koxûşên hevalên wan lê ne.