Li "Goristana Şehîdan a Xerzanê" 84 gerîlayên din hatin veşartin
Li "Goristana Şehîdan a Xerzanê" 84 gerîlayên din hatin veşartin
Li "Goristana Şehîdan a Xerzanê" 84 gerîlayên din hatin veşartin
Cenazeyê 84 gerîlayên PKK'ê yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li "Goristana Şehîdan a Xerzanê" ya li gundê Olek ê Bêdlisê hat veşartin.
Cenazeyên 84 gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda de li Bêdlis û navçeyên wê jiyana xwe ji dest dan, ji 15 gorên komî hatin derxistin û bi merasîmekê li "Goristana Şehîdan a Xerzanê" ya li gundê Olek a Bêdlisê hatin veşartin. Girseya gel, 84 darbestên gerîlayan ên bi alên PKK'ê hatibûn pêçandin, bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "Rêya şehîd rêya me, PKK partiya me" û "Bijî Berxwedana Gerîla" bir qada merasîmê.
Li "Goristana Şehîdan a Xerzanê" ku di meha Tîrmehê de hat çêkirin û beriya niha 40 gerîlayên PKK'ê lê hatin veşartin, vê carê jî 2 jê jin cenazeyên 84 gerîlayên PKK'ê hatin veşartin. Di merasîma veşartinê de Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû, Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Saadet Becerîklî, Hevseroka BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar, Hevserokê BDP'ê yê Bêdlisê Mehmetcan Demîr, Şaredarê Tetwanê Abdûllah Ok, Şaredarê Norşînê Mehmet Emîn Ozkan, rêxistinên BDP'ê yên Wan, Mûş, Bêdlis û Sêrtê, nûnerên MEYA-DER, ÎHD, KESK, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî amade bûn.
Cenazeyên 84 gerîlayên PKK'ê bi dûayan hatin veşartin. Ji 84 gerîlayên cenazeyên wan hatin veşartin, navên çend ji wan ên hatin aşkerakirin wiha ye:
2 gerîlayên li Xanê Tîto yê di sala 1994'ande jiyana xwe ji dest dan. Navê yek ji wan Enver Beydogan
12 gerîlayên li Kemberê jiyana xwe ji dest dan
21 gerîlayên li Taxkê Sêrtê jiyana xwe ji dest dan
5 gerîlayên di sala 1995'an de li Mûtkî jiyana xwe ji dest dan. Navê yek ji wan Xelîl Rojava
Delîl Asya yê li Şêxcûma Hewênîşê jiyana xwe ji dest da
6 gerîlayên li herêma Pira Erep jiyana xwe ji dest dan. Navê yek ji wan Ethem Orûç (Betal) ji gundê Kêrs ê Axlatê
2 gerîlayên di sala 1991'ê de li Nebatê ji jehrê ketin û jiyana xwe ji dest dan
6 gerîlayên li qada Ava Berxa ya Xîzanê jiyana xwe ji dest dan
2 gerîlayên jin ên PKK'ê yên bi navê Selvet Tûnç (Candan) û Evîndar a ji Êlihê yên li herêma Şêxa Xarê jiyana xwe ji dest dan
9 gerîlayên di sala 1996'an de li Xaçinan a Mûtkî jiyana xwe ji dest dan
2 gerîlayên li Mûtkî jiyana xwe ji dest dan
2 gerîlayên li Azapşerê jiyana xwe ji dest dan
2 gerîlayên li Mûtkî jiyana xwe ji dest dan
5 gerîlayên li Karûkan a Tetwanê jiyana xwe ji dest dan
Reşît Karakoç ê bi nasnav Gabar, Doktor ê ji Rihayê, yek jê ji Êlih û yek ji Norşînê 4 gerîlayên li herêma Şêxcûma jiyana xwe ji dest dan.