Hat îdîakirin ku gundê Akrab ê li nêzî bajarê Hema ya li başûrê Sûriyeyê cih digire di encama êrîşekê de 130 sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên saziyên mafê mirovan ên Sûriyeyê dane, li dijî gundê Akrab ê li nêzî bajarê Hema êrîşek pêk hat. Li gorî agahiyên dane li gundê Elewiyan 130 kesên sivîl hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne. Komên nêzî El Qaîde yên di nava muxalîfên Sûriyeyê de cih digirin weke berpirs tên destnîşankirin.
Muxalîfan jî dîmenên sê zarokên ku tê gotin ji komkujiyê rizgar bûne li ser Youtubeyê belav kirin. Yek ji wan zarokên ku rizgar bûne li nexweşxaneyek a muxalîfan diaxive û dibêje ku milîsên rejîma Esad di carekê de 200 kesên sivîl weke “mertalên zindî” bi kar anîn.