Li gundê Elok tangek hate rûxandin
Li gundê Elok tangek hate rûxandin
Li gundê Elok tangek hate rûxandin
Şerê di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên li gundê Elok ê dikeve rojavayê Serêkaniyê de, didome. Hate gotin ku di şer de komên çekdar gelek windahî dane û tangek wan jî hatiye rûxandin.
Li gundê Elok ê ku dikeve rojavayê Serêkaniyê şerê di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ê ku şevê din destpê kiribû, hîn bi dijwarî didome. Li gorî agahiyên hatin bidest xistine, tangek komên çekdar hate rûxandin. Her wiha hate gotin ku komên çekdar gelek windahî dane, lê ji ber ku şer didome, agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Komên çekdar di 14’ê Îlonê de ji aliyê Hesekê ve ketibûn gundên Elok ku piraniya şêniyên wê Ereb in û dest bi êrîşan kiribûn. Piştî komên çete hatin gund, hatibû gotin ku gelek endamên çeteyan jî, ji sînorê Tirkiyê derbasî herêmê bûne. Her wiha leşkerên Tirkiyê jî têlên sînor rakiribûn. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê jî bersiv dabû êrîşên çeteyan û şer û pevçûnan destpê kiribû.
Ev êrîşa komên çete, ji aliyê pispor û siyasetmedaran ve wekî, “parçeyek planên ji bo têkbirina îradeya li Rojava derketiye holê û perçekirina herêmê” hate nirxandin.