Li gundê Eloka yê Serêkaniyê şer berdewame

Li gundê Eloka yê Serêkaniyê şer berdewame

Şevê din di seat 23.00’an de li gundê Eloka yê ku 7 kîlometre dikeve rojhilatê Serêkaniyê şerên dijwar qewimîn. Heya niha jî li gundê Eloka şer didome. Di şerê derketî de çekên giran hatin bi karanîn, kuştî û birîndarên komên çete hene.

Li gorî çavkaniyên ji  herêmê ragihandin ku şevêdin di seat 23.00’ê de li gundê Eloka Serêkaniyê dinava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete yên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad Şam/cephet El Nusra û komên alîkariyan wan hêzan dikin şerên dijwar di qewûmin. Li gora agahiyên hatine bi dest xistin şevêdin YPG’ê li dijî van komên çetan yên ketibûn gundê Eloka yê 7 kîlometre dikeve rojhilatê Serêkaniyê operasyonek daye despêkirin û operasyon li nava gundê Eloka hêj didome. Çavkaniyên heremê didin diyar kirin ku di şerê ji şevêndin ve didome gelek kuştî û birîndarin komên çete hene.