Li gundê Girhok pevçûnên dijwar rû didin
Li gundê Girhok pevçûnên dijwar rû didin
Li gundê Girhok pevçûnên dijwar rû didin
Li derdora gundê Girhok ê başûrê Çilaxe, di navera YPG'ê û komên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de pevçûnên dijwar rû didin.
Hate zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro di saat 11.00'an de li dijî baregehên komên çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/Eniya El Nusra yên derdora gundê Girhok yê başûrê Çilaxe, operasiyonek li dar xistin. Hate hînbûn ku di operasiyonê de gelek endamên komên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hatine kuştin û birdarkirin. Pevçûnên li derdora gundê Girhokê dewam dikin.
Komên çeteyan îro di saat 5.00 serê sibehê êrîşî gundê gundê Sefa yê başûrê Çilaxe kiribûn û di encama bersivdayîna şervanên YPG'ê de pevçûnan rû dabûn. Di pevçûnên heta saat 8.00'an dewam kirinbûn û bi gelek endamên komên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hatibûn kuştin û birîndarkirin.