Li gundê Meerîn 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
Li gundê Meerîn 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
Li gundê Meerîn 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
Di pevçûnên navbera hêzên YPG û komên çete yên li nêzî gundê Meerîn ê Ezazê de 6 çete hatin kuştin. Çavkaniyên YPG'ê her wiha dan xuyakirin ku li nêzî gundê Yazibagê jî hêzên wan wesayîteke çeteyên DAIŞ'ê hedef girtine di encamê de wesayît hatiye rûxandin û çeteyên tê de hatine kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh di saetên êvarê de li gundê Meerîn ê Ezaz'e di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de pevçûn qewimîn. Hate gotin ku di encama pevçûnan de 6 çete hatin kuştin û 3 birîndar bûn.
Her wiha hêzên YPG’ê li ser rêya di navbera Meerîn û Yazîbagê de wesayîtek çeteyên DAIŞ’ê hedef girtin û di encamê de wesayît bi temamî hete rûxandin, çeteyên di wesayîtê de bûn hatin kuştin.
Pevçûnên li herêma di navbera gundê Qestel Cindo ya Şera û gundê Meerîn ê Ezazê de cih bi cih, didomin.