Li gundê Meerînê 2 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin

Li gundê Meerînê 2 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin

Li gundê Meerîn ê girêdayî Ezazê di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de pevçûn derket. Hate hînbûn ku di pevçûnan de 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bûye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro di saetên sibehê de komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê xwestin bikevin gundê Qestel Cindo. Lê li nêzî gundê Meerîn ê Ezazê di navber wan û hêzên YPG’ê de pevçûn derket. Çavkaniyan diyar kirin ku di pevçûnan de 2 endamên komên çete hatin kuştin û yek birîndar bûye. Her wiha hêzên YPG’ê derbe li wesayîtek komên çete ku doçka li ser hebû xistin. Hate ragihandin ku pevçûn cîh bi cîh didomin.