Li gundê Sûsik û Helebê 9 çete hatin kuştin

Li gundê Sûsik û Helebê 9 çete hatin kuştin

Di pevçûnên navbera hêzên YPG û komên çete de, duh bi şev li gundê Sûsikê yê ser bi Girê Spî 4 û li Helebê jî 5 endamên komên çete hatin kuştin. 

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku duh êvarê komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya  El-Nusra êrîşî gundê Sûsik yê rojavaya Girê Spî kirine. Di encama bersivdayîna hêzên YPG de pevçûn rû da û di encamê  4 endamên komên çekdar hatin kuştin û komên êrîşkar neçar mane xwe vekişînin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku komên çekdar piştî ku di êrîşê de têk çûn, gundê Sûsik bi topan bombebaran kirine.

Li aliyekî din hin çavkaniyê herêmî yên Girê Spî diyar kirin ku komên çekdar, ji mizgeftan bang cîhada li dijî Kurdan li welatiyan kirine. Çavkaniyan desnîşan kirin ku welatiyên Girê Spî ku nexwestin li dijî Kurdan şer bikin, ji ber wan koman neçar mane dest ji malên xwe berdan û koç bikin.

DI PEVÇÛNÊN LI HELEBÊ DE 5 ÇETE HATIN KUŞTIN

Wekî din, hat ragihandin, şevê din saet derdora 22.00’an de komên çekdar ên xwe girêdayî Artêşa Azad dibînin, êrîşî taxa Seken Şebabî ya Helebê kirin. Hate gotin ku di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûnên dijwar qewimîne û di encama pevçûnên heta saet 04.00’an dom kirin de 5 endamên komên çekdar hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, pevçûnên li herêmê cih bi cih dewam dikin.

Çavkaniyan diyar kirin ku komên çete bi hawan û tangan taxên kurdan topbaran dikin.