Li gundê Susikê 60 çete hatin kuştin û şer dewame
Li gundê Susikê 60 çete hatin kuştin û şer dewame
Li gundê Susikê 60 çete hatin kuştin û şer dewame
Hate ragihandin ku komên çete yên ku êrîşî gundê Susikê yê Girê Spî kirin, li ser berxwedana tund a YPG’ê 60 windahî dan û niha xwe paşve dikişînin. Hate ragihandin ku ambulansên Tirkiyê jî kuştî û birîndarên çeteyan ji ser sînor dibin wî alî.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, komên çete îro saet derdora 05.30’an de êrîşî gundê Susikê yê dikeve rojavayê Girê Spî kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv da êrîşan û şer derket.
Hate ragihandin di pevçûnên dijwar de 60 endamên komên çete hatine kuştin û êrîşkar neçar mane ku xwe paşve bikişînin. Hate diyarkirin ku komên çete kuştî û birîndarên xwe bi 6 ambulansên Tirkiyê ku li aliyê sînor ê Tirkiyê û rastî gundê Susikê hatine rawestandin, dibin nexweşxaneyên wî alî. Hate gotin ku pevçûn didomin.
Duh êvarê jî li derdora gundê Susikê di encama pevçûnê de 3 endamên komên çete hatibûn kuştin. Dîsa duh êvarê di pevçûna li dora gundê Bîrkino yê girêdayî Girê Spî de jî 3 endamên komên çete hatine kuştin û 2 wesayîtên wan jî hatin derbkirin.