Li gundê Susikê şerê dijwar

Li gundê Susikê şerê dijwar

Li dora gundê Susikê yê Girê Spî di navbera komên çete yên ku êrîşî gund kirin û hêzên YPG’ê de şer derket.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, komên çete îro derdora saet  05.30’an de êrîşî gundê Susikê yê dikeve rojavayê Girê Spî kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv da êrîşan û şer derket.

Hate ragihandin ku di şerê hîn didome de Tirkiye jî piştgirî daye komên çetên êrişkar. Hate gotin ku kuştî û birîndarên çetên êrişkar çêbûne, lê agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Her wiha hate ragihandin ji ber topên hawanê yên ku êrîşkar di avêjin, li gund ziyana madî çêbûye.

Duh êvarê jî li derdora gundê Susikê di encama pevçûnê de 3 endamên komên çete hatibûn kuştin. Dîsa duh êvarê di pevçûna li dora gundê Bîrkino yê girêdayî Girê Spî de jî 3 endamên komên çete hatine kuştin û 2 wesayîtên wan jî hatin deribkirin.