Li gundên Bedlîsê zilma elektrîkê
Li gundên Bedlîsê zilma elektrîkê
Li gundên Bedlîsê zilma elektrîkê
Elekrîka gundên Aladana û Suttaşi yên girêdayî Xîzana Bedlîsê ji aliyê VEDAŞ ve hat qutkirin. Gundiyan nerazîbûn nîşandan û gotin ku hema her meh nêzî 600 TL fatureya elektrîkê ji wan re tê.
Şîrketa elektrîkê VEDAŞ elektrîka gundê Aladana û Suttaşi yên girêdayî Xîzana Bedlîsa qut kir. Şêniyên gund ên di tariyê de mane gotin ku ev kedxwarî nayê qebûlkirin.
Hat ragihandin ku VEDAŞ berî niha bi 3-4 mehan ji niştecihên her du gundan 100 TL stendiye. Li hemberî zilma VEDAŞ’ê HDP’ê pêşnûmepirs da Meclîsê. Lê heta niha tu tedbîr nehatine wergirtin.
Yek ji niştecihê gundê Aladana anî ziman ku serê her malekê her meh herî kêm 600 TL fatureya elektrîkê te û got ku ev rewş nayê qebûlkirin.
Niştecihê gund destnîşan kir ku qutkirina elektrîkê bêwijdanî ye û ji bilî kedxwariyê ne tiştekî din e.