Li Gundên Berwariyê operasyona leşkerî

Li Gundên Berwariyê operasyona leşkerî

Li gundên girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê ji aliyê artêşa Tirk ve operasyonek hat lidarxistin. Ji ber operasyonê ketin û derketina gundan tê astengkirin.  

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, li gundên girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê di 8’ê Tebaxê de ji aliyê artêşa Tirk ve operasyonek hatiye destpêkirin.

Ji ber operasyonê ketin û derketina gundên Heşete, Girê Jorê, Girê Besta, Gomyanîs, Banê, Rêvî û Husyan hatiye qedexekirin. Hat ragihandin ku operasyon berdewam dike.