Li gundên Dêrika Hemko avakirna meclisan didome
Li gundên Dêrika Hemko avakirna meclisan didome
Li gundên Dêrika Hemko avakirna meclisan didome
Li Dêrikê bi armanca avakirina meclisa gel a gundê Gir kendal û Gelehê ya herêma Koçerat, Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) 2 civîn li dar xistin.
Li gundên Gir kendal û kelhê yên herêma Koçerat a Dêrikê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca avakirina meclisa gel a herdu gundan, civîn li herdû gundan li dar xistin, civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirn, piştre Serokê Meclisa Gel a Koçerat Mihemed Ebdulrehîm axivî.
Ebdulrehîm diyar kir ku armanca wan ji avakirina meclisan ew e ku sîstema xwseriya demokratîk temam bibe û gelên herêmê xwe birêve bibe. Di berdewamiya axavtina xwe de Ebdulrehîm bal kişand ku meclisên ku tên avakirn ne ya partî û rêxistina ne, meclis malê gelê herêmê ne. Di dawiya axaftina xwe de Ebdulrehîm destnîşan kir ku her kes dikare xwe hilbijêre û ciyê xwe di meclisan de bigrin.
Piştî ku axaftin bi dawî bûn gelê herdû gundan berê xwe dan sindoqan û nûnerên xwe ji bo meclisa gel a gund hilbijartin. li gundê gundê Gir kendal 5 jin bi giştî 14 endam hatin hilbijartin. li Gundê Gelehê 6 jin bi giştî 13 endam hatin hilbijartin.