Li gundên Dirbêsiyê dersên Kurdî
Li gundên Dirbêsiyê dersên Kurdî
Li gundên Dirbêsiyê dersên Kurdî
Bi armanca bicihkirina dersên zimanê Kurdî di nava perwerdeya rojane li dibistanên fermî de, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi hemû hêza xwe di nava hewildanê de ye.
Piştî bicihkirina Kurdî di nava perwerdeya rojane de, li gundê Boxazê ê girêdayî Dirbêsiyê, şandeyek ji saziya ziman çû serdana dibistana gund.
Endamê SZK’ê Bedran Penaber ji zarok û mamosteyan re li ser giringiya perwerdeya zimanê dayikê axivî û bang li her kesî kir da ku cihê xwe di nava xebatên perwedeya zimanê Kurdî de bigirin.
Di dawiya serdanê de saziya ziman pirtûkên perwerdeya Kurdî li zarokan belav kirin.