Li gundên Girhok û Yûsiviyê pevçûn
Li gundên Girhok û Yûsiviyê pevçûn
Li gundên Girhok û Yûsiviyê pevçûn
Hat ragihand ku piştî nîvro li derdora gundê Girhok û Yûsiviyê yên Çilaxa di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra pevçûn rû dane û hêj didomin.
Li gor agahiyên bidest ketine, îro di saet 14.30'an de komên çete yên Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusrali derdora gundê Girhok û Yûsifiyê yê başûrê Çilaxa bi tang û çekên giran xwestin êrîşî çeperên yê YPG'ê bikin, di encama bersivdayîna hêzên YPG'ê de şer û pevçûn rû dane û hêj didomin.
Lê derbarê kuştî û birîndaran agahî nehatin girtin.