Li gundên Mêrdîn û Wanê leşkeran ser bi gundan de girtin
Li gundên Mêrdîn û Wanê leşkeran ser bi gundan de girtin
Li gundên Mêrdîn û Wanê leşkeran ser bi gundan de girtin
Leşkerên Tirk gundê Kirkdîrek yê girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê û gundê Hangedîk (Xecihatunê) yê navçeya Ebex ya Wanê ser bi malan de girtine. Ketin û derketina gundan noqtên kontirolê danîne.
Li gundên Kirdîrek yên navçeya Mêrdîn Stewrê û gundê Hangedîk (Xecihatunê) yê navçeya Ebaxa Wanê leşkerên Tirk ser gund de girtin û nuqteyên kontrolê di ketin û derkertina gundan de danîne.
Leşkeran li gundê Kirkdîrek yê navçeya Mêrdîn Stewrê bi ser malên hemwelatiyê Mehmet Salih Filiz û xizmên wî de girtine.
Li Gundê Xecîhatinê yê Ebexa Wanê jî leşkeran bi ser 6 malan de girt. Leşkeran di serdegirtina malan de lêgerîn pêk anî.
Leşkeran serê sibê li Gundê Xecihatunê yê Ebexa Wanê bi ser gelek malan de girt. Leşkeran di serdegirtina malan de lêgerîn pêk anîn. Leşkeran li malên welatiyên bi navê Abdullah Saçak, Şerif Saçak, Nadir Saçak, Metin Saçak, Nihat Saçak û Şemsettin Saçak lêgerîn pêk anîn û piştî lêgerînê ji gund veqetiyan.
Keyayê Gund Qutbettin Saçak, anî ziman ku leşkeran li malan lêgerîn pêk anîn, lê ji bo çi û li çi digerin nehat zanîn. Saçak, da zanîn ku lêgerîna leşkeran dişibe wekî ya salên 90'an û fikarên xwe anîn ziman û diyar kir ku, pêwîste di vê dema aştiyê ya ku aniha li Tirkiye heyî de bûyerên bivî awayî rû nedin.