Li Hamburg û Hannoverê çalakiyên edaletê

Li Hamburg û Hannoverê çalakiyên edaletê

Weke her hefteyê vê Çarşemê jî Kurdistaniyên ku li bajarên Hamburg û Hannover yên Elmanya dijîn ji bo siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin bi daxwaza edaletê mîtîngek li dar xistin.

Çalakiya di pêşengiya Meclîsa Jin a Rojbîn de hat organîzekirin li ser Caddeya Monckeberg a Hamburgê pêk hat. Di çalakiyê de li ser navê meclîsa jin Gulê Dêrsim ku axaftinek kir nêzîkatiya Fransa ya tevî di ser qetlîamê re 7 meh derbas bûne jî tu daxuyaniyeke erênî nedaye rexne kir. Dêrsim destnîşan kir ku ji Sefaretxaneya Fransa ya Berlînê nameyek wergirtine û wiha got, “Di rastiyê de ev cinayet hatiye ronîkirin. Dewleta Tirk kiriye. Dewleta Fransa ji ber hevpariya sûc xwe bêdeng dike. Nameya ku me ji sefaretxaneyê wergirtiye bi her awayî wek pêkenokê ye.”

Di nameya ku bi îmzeya Berpirsiyarê Şaxa Siyasî Jean-Claude Tribolet e, ev tişt hatine nivîsandin. "Weke hûn dizanin ev doz berdewam dike. Di vê çarçoveyê de berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransa di 10’ê Çileya 2013’an de cinayet bi awayekî zelal rexne kiriye û ji bo rayedarên Fransa vê cinayetê ronî bikin biryardariya xwe nîşan daye."

Di çalakiyê de bi sedan belavok ku hatin belavkirin ciwanan di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Ocalan azadî” îmze kom kirin. Ji ber ku Konsolosxaneya Fransa ya li Hamburg hatiye girtin wê çalakî ji niha û şûn li deverên cuda dewam bikin. Mitînga hefteya pêşiya me wê saet di navbera 17 û 18’an de li Monckebergstrasse pêk were.

Li Hannoverê jî, ji bo ronîkirina komkujiyê jinên Kurd çalakî lidarxistin.

Jin li ber nûnertiya Fransayê ya li Hannoverê hatin cem hev, wêneyên Cansiz, Fîdan û Şaylemez hilgirtin û xwestin komkujî were ronîkirin. Jinan der heqê daxwazên xwe de, dosyayek radestî rayedarên Fransî kirin.