Li Hambûrg û Stûttgartê çalakiyên edaletê

Li Hambûrg û Stûttgartê çalakiyên edaletê

Di çalakiyên li bajarên Elmanya Hambûrg û Stûttgartê de, ronînekirina komkujiya Parîsê hat şermezarkirin. 

Însiyatîfa Jinê ya Stûttgart û Komeleya Çanda Mezopotamyayê, li ber Konsolosa Fransayê çalakiyek lidar xistin. Jinan di çalakiya li Qada Rotebuhl de, ronînekirina komkujiya 9'ê Çileyê ya li Parîsê, ku di encamê de siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin, şermezar kirin.

Li ser navê çalakgean, heyetek ji sê kesan çû Konsolosa Fransayê û nameyek da rayedarên Fransî.

Jinan destnîşan kirin ku heta komkujiya li Parîsê ronîkirin, ewê çalakiyên xwe dewam bikin.

LI HAMBÛRGÊ JINAN EDALET XWESTIN

Mîna her hefteyê vê Çarşemê jî, li bajarê Hambûrgê Kurdistanî bi daxwaza edalet ji bo siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez mîtîngek lidar xistin.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li taxa Altona pêk hat. Di daxuyaniya li ser navê meclîsa jinan de helwesta dewleta Fransayê ku di ser komkujiyê re 8 meh derbas bûne lê hînê daxuyaniyeke zelal nedaye, hat şermezarkirin.