Li Hambûrgê di hefteya 28. de edalet hat xwestin

Li Hambûrgê di hefteya 28. de edalet hat xwestin

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Hambûrgê dijîn, bi armanca ronîkirina komkujiya li Parîsê, di hefteya 28. de mîtînga edaletê lidar xistin.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn, li kolana Monckebergê pêk hat. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku di ser komkujiyê re 7 meh derbas bûne lê hînê dewleta Fransayê daxuyaniyeke zelal nedaye û ev rewş hat şermerzarkirin.

Di axaftinan de hat gotin, "daxwaza edaletê ya ji bo hevalên Sakîne, Fîdan û Ronahî, di heman demê de meşandina têkoşîna azadiyê ye" û nerazîbûn li kuştinên jinan ên 14'ê Tebaxê li bajarê Elmanya Essenê, hat nîşandan.

Li taxa Frohnhausen a Essenê, Cemîl G. (50) yê ji Semsûrê, bi çekê êrîşî hevsera xwe Munevver û keça xwe Hatîce (19) kiribû û di encamê de Hatîce G. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû, Munevver G. jî bi birîneke giran rakiribûn nexweşxaneyê. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku weke jinên Kurd ew têkoşîneke piranî dimeşînin û bang dijderketina li têgihiştina mêr a li her derê û her demê, hat kirin.

Di dema çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û ciwanan jî di çarçoveya kampanya îmzeyan a azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, îmze berhev kirin.

Di vê navberê de hat ragihandin ku ewê bi daxwaza aştî, edalet û aştiyê tevlî meşa Roja Aştiyê ya Cîhanê ya 31'ê Tebaxê ya li Dammtor bibin.