Li Hambûrgê di salvegera komkujiya Parîsê de afîşa mezin
Li Hambûrgê di salvegera komkujiya Parîsê de afîşa mezin
Li Hambûrgê di salvegera komkujiya Parîsê de afîşa mezin
Li bajarê Almanyayê Hambûrgê bi boneya salvegera Komkujiya 9’ê Çileya sala 2013’an ku sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez tê de hatin qetilkirin li taxa Sternschanzeyê afîşekî mezin hat daleqandin.
Afîş li ser avahiya ku çend sal in ji aliyê otonomparêzên Alman ên bi navê Rote Flora ve hatiye dagirkirin hat daliqandin. Li ser afîşê, li gel wêneyên her sê şoreşgerên Kurd ên jin nivîsa "Şehîdên me namirin-têkoşîna me dê dewam bike" yên bi Kurdî û Almanî hat nivîsandin.
Di heman demê de li ser bang tê kirin ku her kes beşdarî meşa di 11’ê Çile ya li Parîsê û çalakiya li Hambûrgê tên li darxistn bibin.
ÇALAKIYA LI HAMBÛRGÊ JI ALIYÊ PLATFORMEKE BERFIREH VE TÊ ORGANÎZEKIRIN
Bi boneya salvegera komkujiya Parîsê çalakiya ku li Hambûrgê tê li darxistin, ji aliyê Meclisa Jinan, ISKU, Tatort Kurdistan, AtesH, Meclisa Gel a Hambûrgê, Tevgera Jinê Hambûrgê, Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê, SKB, Ciwanên Azad Hambûrg, Jugenddruck û Komeleya Dostên Gelê Kurd ve tê organîze kirin.
Der barê mijarê de berdevka Meclisa Jinê a Rojbîn Gulcan Amed, agahîn da û destnîşan kirin ku, dê di 8’ê Çile de di seat 18:00’an de bîranînek tê lidar xistin, di 9’ê Çile de di seat 16:00’an de li Hachmannplatzeyê meşek tê li darxitin. Amed da diyar kirin ku jibo meşa 11’ê Çile ya li Parîsê wan 5 otobûs girtine û bang li her kesê kirk u beşdarî vê meşê bibin.