Li Hambûrgê kampanya ji bo Rojava destpê kir

Li Hambûrgê kampanya ji bo Rojava destpê kir

Li bajarê Elmanya Hambûrgê jinan dest bi xebatên kampanya piştgiriya bi Rojava re kirin, ku di 1'ê Îlonê de ji aliyê TJKE ve hatibû destpêkirin.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, ji bo kampanya alîkariyê ya 1'ê Îlonê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) ve hatibû destpêkirin, ji ketin nava tevgerê.

Heyetek ji Meclîsa Jinan a Rojbîn, çû serdana saziyên cuda yên li bajêr û dosya ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) ve hatibû amadekirin, pêşkêş kir.

Ji berdevkên meclîsa jinan Gulcan Amed der barê kampanyayê de agahî da û da xuyakirin ku tevî alîkariya madî ewê saziyên pêwendîdar eleqedar bikin û da ku alîkariyê bidin kampanyayê.

Gulcan Amed diyar kir ku weke meclîsa jinan wan di şahiya aştiyê ya Partiya Çep a 1'ê Îlonê de dezgeh vekirine û ji dezgeha xwarinê alîkarî komkirin û got, "Tevahiya jinên em pê re hevdîtinê dikin dixwazin alîkariyê bidin xwişkên me yên li Rojava û her kes ji dil tev li kampanyayê dibin. Hin ji wan rexne dikin ku ev kampanya bi derengî destpê kiriye."

Amed her weha diyar kir ku TJKE ji bo tedarikkirina pêdiviyên rojane yên jin û zarokan xebatê dimeşîne û banga beşdariyê kampanyayê li jinan kir. Amed got, "Eger xwişkên min birçî bin, hingî jiyana rehet li min heram e" û destnîşan kir k jin wê li gorî vê yekê tevbigerin.

DOSYA PÊŞKÊŞÎ SAZIYÊN MAFÊN MIROVAN TÊ KIRIN

Meclîsa Jinan a Rojbîn her weha bi heyetekê dosyayan pêşkêşî saziyên pêwendîdar ên li Hambûrgê dike. Seroka Navenda Çandê ya Kurd-Elman Nazan Ulgut da xuyakirin ku wan destpêkê saziyên biçin serdana wan diyar kirine.

Ulgut ragihand ku ew dixwazin xwe bigihînin saziyên der barê Sûriyê de kar dikin û got, "Me destpêkê saziyên pêwendîdar tesbît kirin. Saziyên ku di nava du rojan de me xwe gihandinê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Doktorên Sînornenas, Carîtas û Fona Alîkariya bi Zarokan re a Neteweyên Yekbûyî ye. Nûneriyên van saziyan hema hema li her herêma Elmanyayê hene û hemû jî di mijara Sûriyê de kar dimeşînin."

Ulgut diyar kir ku wan di hevdîtinan de der barê rewşa li Rojavayê Kurdistanê de agahî dane van saziyan.