Li Hambûrgê qurbaniyên komkujiya Mereşê hatin bibîranîn

Li Hambûrgê qurbaniyên komkujiya Mereşê hatin bibîranîn

Li bajarê Almanyayê Hambûrgê  di 35. salvegara komkûjiya Mereşê de qurbaniyên komkûjiyê bi şevekê hatin bibîranîn. Bîranîn ji aliyê Mala Gel ve hat organîzekirin û bi beşdariya nêzî 5 hezaran li Zanîngeha Hambûrgê pêk hat.

Di şeva ku Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk û Parlementera Hambûrgê yê Partiya Çep Cansû Ozdemir jî beşdar bûyîn de, Hevserokê Mala Gel Welî Kaya axaftina vekirinê kir. Kaya diyar kir ku wan di demeke nêz de kongreya xwe lidar xistine û ji wê rojê ve wek rêveberiya nû kar dikin. Kaya ragihand ku Hambûrgê gelek saziyên Elewiyan hene û destnîşan kir ku heta ev sazî nebe saziyên kemalîst, şoven û nîjadperest ew wan weke saziyên bira dibînin. Kaya anî ziman ku ew weke Mala Gel, rêxistinbûyîna li gorî cewhera Elewîtiya Kizilbaş a Kurd ji xwe re esas digirin û diyar kir ku ewê ji bo çalakiyên bi vî rengî yên Elewiyên li Hambûrgê tînin cem hev, di dema pêş de hîn bêtir bikevin nava hewldanan.

Piştî re jî li ser navê Federesiyona Elewiyên Demokrat Fadîle Yildirim mafê axafinê girt û ragihand ku komkûjiya Mereşê ne tenê komkujiyeke yekaliye, aliyên xwe yên civakî-çandî, aborî, neteweyî, bawerî, zayendî û planên xwe yên din hene. Yildirim got ku kesên ku komkûjî pêkanîn dixwestin Elewiyên Kilizbaşiyên Kurd bi sedsalan dibin tirsa wê de bidin jiyîn û ragihandin ku aliyekî din ê wê ew bû ku, Elewî bi xwe  xwe înkar bikin û di milekê de ev yek bi ser jî ket. Di dewam axaftina de wiha got: “Di dema  li dijî Elewiyan komkûjî pêk hat de CHP desthildar bû. Ji ber vê yekê eger dixwazin xwedî li şehîdên xwe derbikevin, bibin laîqê wan, divê hesabê yên weke Muaviyeyê AKP’ê û berpirsê komkûjiyê CHP’ê bixwazin.”

Di axaftina li ser navê Yekitiya Hêza Demokratîk-Hambûrgê de bal hat kişandin ser komkujiya Roboskî û komkujiya 19'ê Kanûnê û ji bo pêşîgirtina li komkujiyan banga têkoşîna hevpar li hemû hêzên demokratîk û şoreşger hat kirin.

Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelik jî bi silavkirina li ser navê partiya xwe dest bi axaftina xwe kir. Çelîk da zanîn ku zimanê mirov têrê nake ku komkûjiyên bi salan li ser coxrafyaya Kurdisanê pêk hatin bîne ziman û got: “ Ji Dêrsimê heta Mereşê, li Çorûmê, li Gaziyê, li Roboskiyê, di 19’ê Kanûnê de li girtîgehan û herî dawiyê jî li Parîsê yên ku hatine qetil kirin em bi rêzdarî bibîr tînin. Yên ku fermana komkujiyan dane em bi lanet dikin, şermezar dikin û em dibêjin ku emê hesabên wan bipirsin. Li Tirkiyeyê ji bo sedemên komkujiyan, Kurdbûyîn, Elewîbûyî, mûxalîfbûyîn, Ermenîbûyîn yanî bi kurtasî sedemê yên din bese. Ji bo ku carek din komkujiyên wiha rû nedin, tişta pêwist bi rêxistinbûyîne.”

Çelîk rêxistinbûyîna gelê Rojavayê Kurdisanê wek mînak nîşan da û wiha pêde çû: “ Bi rêxistinbûyîna gundan, taxa, komînan, meclîsên bajaran em dikarin li hemberî komkujiyan rawestin.” 

Çelîk di dewam axaftina xwe de anî ziman ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê bi ezmûnên têkoşîna gelê Kurd û berxwedana Geziyê, bi Partiya Demokratîk a Gelan û Yekitiya Partiyê rêxistinekî ku hemû civakê bigre nava xwe hatiye ava kirin. Ev rêxistinbûyîn ne desthilatdarî, lê yekitiya demokrasiya gelan dike armanca xwe.

Di şeva ku hunermend Firat Îmîrza, Aşîr Ozek, Attîla-Îbo, Cemîl Qoçgirî û  ekibî wî  derketin li ser dikê de, der barê komkujiyê de sînevîzyonek jî hat nîşan dan.