Li Hambûrgê şeva piştgiriya Şoreşa Rojava

Li Hambûrgê şeva piştgiriya Şoreşa Rojava

Li bajarê Almanya Hambûrgê, bi armanca piştgiriya bi Şoreşa Rojava re şahiyek hat lidarxistin.

Şaxî li taxa Wndsbek li salona 'Golden Event Center' bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistaniyên ku di têkoşina azadiyê de canê xwe dane û bi dirûşemeyan destpê kir. Pêşkêşvaniya bernameya şahiyê hunermend Xemgîn Bîrhat kir. Berdevkê PYD'ê yê Ewropayê Zûhat Kobanî di axaftina xwe de beşdar silav kir û xwest, her kes xwedî li şoreşa Rojava derkeve.

Kobanî da diyarkirin gelê Kurdistanê mora xwe avêtiye binê têkoşîneke 35 salan û destnîşan kir ku vê têkoşînê serketin, yekitiya Kurdan û şoreşa Rojava afirandiye. Berdevkê PYD'ê yê Ewropayê anî ziman ku meşandina vê têkoşîna şoreşgerî li her çar parçeyên Kurdistanê deynê rûmetê yê tevahiya gelê Kurd e û xwest, li dijî ambargoya li hemberî Rojava, her kes hişyar bin.

Di berdewamiya bernameyê de hunermend  Zînê, Xelîl Xemgîn, Peywan Arjîn, Bangî, Hîphopvanê Kurd Delîş Tofan, Atîlla û Îbo, Demhat û folkloara Koma Amara derketin ser dikê.  Li Salona ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şoreşgerên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan ve Leyla Şaylemez hat xemilandin, gelek saziyên Kurdan stand vekirin. Şev bi gerandina govend û qîrîna dirûşmeyan heta derengiya şevê dewam kir.