Li Hannover û Creîlê komkujî hat protestokirin

Li Hannover û Creîlê komkujî hat protestokirin

Li bajarê Almanyayê Hannover û bajarê Fransayê Creîlê komkujiyên Mereş û Roboskiyê hatin protestokirin. 

Çalakiya li Hannoverê, ji aliyê Platforma Hevkariya Hêzê ya Demokratîk a Almanyayê ve hate organîzekirin. Çalakî, bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. 

Di vê mîtînga ku bi sedan kes tevlî bûye de li ser navê rêxistinên Hevkariya Hêzê  Demokratîk, Seroka Komeleya Çanda Kurd Seher Nergiz, ji ATÎF’ê Metîn Aydin, ji ODA’yê Alattîn Badîr, ji YEKKOM’ê Yilmaz Kaba û Hevserokê Meclîsa Gel a Hannoverê Naîl Guneş her yekê axaftinek kirin. 

Di van axaftinan de ji Mereşê, 19’ê Kanûnê, heya bi Roboskiyê kesên ku ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin hatin bibîranîn. Bal hat kişandin ku wê têkoşîna hevpar a gelê Kurd û hêzên demokratîk ên Tirkiyê xeta komkujiyan pûç bike. Çalakî bi sloganên ‘Şehîd namirin” bi dawî bû. 

Li bajarê Fransa Creîlê jî bi armanca protestokirina komkujiyan meş hat lidarxistin. Di meşa ku ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Fransa û Komeleya Anatolî Nûrheqê ve hatiye lidarxistin de pankart û dovîzên ku van komkujiyan şermazar dikin hatin hilgirtin.