Li Hatayê piştî merasîma cenaze pevçûn derketin
Li Hatayê piştî merasîma cenaze pevçûn derketin
Li Hatayê piştî merasîma cenaze pevçûn derketin
Li Hatayê şevê din bi armanca çalekiya piştgiriya ODTU’yê ku rastî êrişa polîsan hatî de ciwanê bi navê Ahmet Atakan yê 22 salî bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da. Îro ji bo definkirina cenazeyê Atakan girseya ku dest bi meşê kirîn li rasta êrişa polîsan a bi bombeyên gazê hat. Li ser bersivdana ciwana a bi keviran pevçûn derketin.
Li Hatayê şevê din bi armanca çalekiya piştgiriya ODTU’yê ku rastî êrişa polîsan hatî de ciwanê bi navê Ahmet Atakan yê 22 salî bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest dayî, piştî ku cenazeyê Atakan îro li Guristana Pinarbaşı hat definkirin şonde bi hezaran kesî dest bi meşê kirin.
Girseya ku ber bi taxa Armulu yê ve meşiyan li vir destpêkê li cihê Atakan hatî xistin bîranîn pêk anîn.
Girseya ku piştî bîranînê cardin dest bi meşê kirin li rastî êrişa polîsan ya bi TOMA, akrep û bombeyên gazê hatin. Di encama bersivdana ciwan de pevçûn derket û hîna jî berdewame.