Li Heleb û Girê Spî 42 çete hatin kuştin
Li Heleb û Girê Spî 42 çete hatin kuştin
Li Heleb û Girê Spî 42 çete hatin kuştin
Li bajarê Helebê şerê di navebera komên çete û hêzên YPG-Eniya El-Ekrad de ku bi êrîşa çeteyan destpê kiribûn, di roja 3. dewam dike. Hate ragihandin ku heta niha 35 çete hatine kuştin û 30 jî birîndar in. Di pevçûnên şevê din de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Li der dora Girê Spî jî 7 çete hatin kuştin û wesayîteke li ser çeka doçka hebû hat rûxandin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê bi dest ketine, êrîşên koma girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî, komên bi navê Rebîi El-Erebî, Liwa Selahaddîn û hin komên girêdayî Partiya Azadî yên li hemberî taxên kurdan ên Helebê didomin. Hate gotin ku koma bi navê Dir El-Cebir û komên girêdayî Guraba El-Şam jî tevlî êrîşan bûye û Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad a Helebê jî piştgiriyê dide êrîşkaran.
Hate ragihandin ku pevçûn li Şêxmeqsud Şerqî, Şiqêf, kolanên 20 û 15’an, derdora Nexweşxaneya Henan dom dikin. Li gorî agahiyan di pevçûnên ku hîn didomin de hejmara kuştiyên çeteyan derketiye 35’an. Her wiha 30 jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku hêzên YPG û El-Ekrad di şerên şevê din de 2 wesayîtên doçka rûxandine û 4 jî şewitandine.
Ji ber êrîşên komê çete yên bi topên hawanê 3 welatiyên bi navê Mehemed Zekeriya yê 56 sali û ji bajaroka Meerid El-Ertîq a Helebê, Mehemed Sîdo Hisên ê 53 salî Mehemed Mistefa Selman 43 salî ji gundê Hecî Xelîl yê navçeya Racoya Efrînê ku di heman demê de endamê Mala Gel a Eşrefiyê ye jiyana xwe ji dest dane. Di êrîşan de 2 ji zarok 8 welatî jî birîndar bûn
DI PEVÇÛNÊN LI GIRÊ SPÎ DE 7 ÇETE HATIN KUŞTIN
Li gundên rojavayê Girê Spî (Til Ebyed) di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra de pevçûn qewimîn. Hate hînbûn ku di encama pevçûnan de 7 çete hatin kuştin û wesayîtek doçka hate rûxandin, wesayîtek jî hatiye derbikirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, pevçûnên ku li rojavayê Girê Spî di 21’ê Tîrmehê de di navber hêzên YPG’ê û komên çekdar de destpê kiribûn, didomin. Hate hînbûn ku şevê din şervanên YPG’ê li gundê Çelbê çalakiyek bersivdayînê li dijî komên çekdar pêk anîne. Hate gotin ku di encama çalakiyê de kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûne, wesayîtek doçka hatiye rûxandin, wesayîtek jî hatiye derbkirin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li aliyê din hate ragihandin ku pevçûn li gundên derdora Girê Spî jî cih bi cih didomin. Hate gotin ku di encama pevçûnên şevê din de li gundê Sûdik 2, li gundê Çelbê 2, li gundê Mehmûdiyê 2 û li gundê Bîrkino jî 1, bi giştî 7 endamên komên çete hatine kuştin.