Li Helebçeyê merasima bîranînê destpê kir
Li Helebçeyê merasima bîranînê destpê kir
Li Helebçeyê merasima bîranînê destpê kir
5 hezar Helebçeyî yên ji aiyiê rejîma Seddam ve bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin di salvegera komkujiyê de li ser gorên xwe tên bîranîn. Hemû kesên tevlî bîranînê bûn kincên reş li xwe kirin û Wekîlên BDP'ê û malbatên Roboskiyê jî tevlî bûn.
Merasîma bîranîna 5 hezar kurdên di 16'ê Adara 1988'an de ji ailyê rejîma Seddam ve bi bombeyên kîmyewî hatin qetilkirin, li ser gorên wan dest pê kir. Li bajar hemû kesî kincên reş li xwe kirin li her aliyê bajar paçên reş û pankartên reş hatin daliqandin. Bernameya ji aliyê hikûmeta Herêmê ve hate organîzekirin di demjimêr 10.00'an de hate destpêkirin. Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Endama Polîtburoya YNK'ê û Hevjîna Serokomarê Iraqê Celal Talabanî Hero Îbrahîm Ehmed, rayedarên gelek dewletan, parlementerên BDP'ê Ayla Akat Ata, Mulkiye Bîrtane û Nazmî Gur, malbatên Roboskiyî û bi sedan welatî tevlî bernameyê bûn. 600 delegeyên tevlî 5'emîn Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê bûn jî tevlî bernameya bîranînê ya li Muniyetê (Muzeya Şehîdên Helebçeyê) bûn.
Bernameya duyemîn a gel organîze kir jî li Şehîdlika Helebçeyê hate kirin. Li gorî demjimêra herêmî di 10.30’an de bi tevîbûna hezaran kesan dest pê kir. PÇDK, Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan, RJAK û KNK û gelek peyamên nûnerên partiyên siyasî hate xwendin. Hevserokê Giştî yê PÇKD'ê Diyar Xarîb li vir axaftinek kir û wiha got: "Heta niha ji gelê Helebçeyê re gelek xizmet nehatin kirin. Hêj gelek kesên di komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dan şehîd nehatin îlankirin. Di dîrokê de li hemberî kurdan gelek komkujiyî pêk hatin. Heta netewebûna kurdan temem nebe talukeya komkujiya li ser kurdan xilas nabe. Heke pêşiya komkujiyên nû bên girtin divê netewbûna kurdan pêk bê."
Pişt re girse ji vir derbasî Muniyetê bûn.