Li Helebê 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan
Li Helebê 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan
Li Helebê 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan
Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku li Helebê di êrîşa koma çekdar de 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku 3 êrîşkar jî hatine kuştin û yek jî dîl hatiye girtin.
Çavkaniyên YPG’ê derbarê êrîşa koma çekdar a li dijî noqteya kontrolê ya YPG’ê ya li Kolana 15’an a Taxa Şêxmequsda Rojava de agahî dan û diyar kirin ku di êrîşê de 2 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û 3 êrîşkar hatine kuştin, her wiha yek jî dîl hatiye girtin.
Çavkaniyên YPG’ê gotin ku ewê li dijî êrîşan bêdeng nemînin û bersiva pêwîst bidin.