Li Helebê 25 êrîşkar hatin kuştin
Li Helebê 25 êrîşkar hatin kuştin
Li Helebê 25 êrîşkar hatin kuştin
Êrîşên komên çete ên Artêşa Azad li dijî taxên kurdan ên Helebê dewam dikin. Hate hînbûn ku komên çekdar di êrîşan de çekên giran û tang bikar anîne. Li gorî agahiyan di encama êrîşan de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane û 3 jê zarok bi giştî 11 sivîl birîndar bûne. Her wiha di pevçûnan de 25 çete hatine kuştin, gelek birîndar bûne û 9 çete dîl ketine destê YPG’ê. Hêzên YPG’ê wesayîtek doçka li ser ruxandin û 3 baregehên komên çekdar bi dest xistine.
Duh di saetên nîvro de komên çete ên girêdayî Xalid Heyanî, Lîwai Selah El-Dîn, Rebîi El-Erebî (Buhara Ereban) û çeteyên ser bi partiya azadî (Mistefa Cuma) bi çekên giran û tangan êrîşî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Seken Şebabî û Şiqêf ên Helebê kirin. Di encama bersivdayîna şervanên YPG’ û Eniya El-Ekrad de pevçûn bi dijwarî rûdan. Pevçûn hîn dewam dikin.
Hate gotin tabûrên Lîwai Ensar El-Îslam û Lîwai Şuhedai Sûriya jî duh di saetên êvarê de tevlî êrîşan bûne. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin di pevçûnan de 25 çekdar hatine kuştin, gelek birîndar bûne û 9 çete dîl ketine dest. Li aliyê din jî hêzên YPG’ê wesayîtek doçka ya êrîşkaran ruxandin û 3 baregehên çeteyên Xalid Heyanî yên taxa Seken Şebabî xistine dest.
LI HEMBER YPG’Ê TÊK DIÇIN, ÊRÎŞÊ SIVÎLAN DIKIN
Êrîşkarên ku li ber berxwedana hêzên YPG’ê û Eniya El-Ekrad nikarîbûn pêşbikevin û windahiyên mezin dan bi hawanan taxên kurdan topbaran kirin û di encamê de welatiyê bi navê Mistefa Ibrahîm Xelîl, Edîb Hetal Mihemed û Zuhêr Sîdo jiyana xwe jidest dan. Her wiha 3 jê zarok bi giştî 11 sivîl birîndar bûn.
Li Gorî agahiyên hatine bidestxistin komên çete ên bi navê Lîwai Şuhedai Sûriya ya girêdayî kesê bi navê Ebû Behrî û Lîwai Ensar El-Îslam ku duh di saetên êvarê de tevlî şer bûn, piştgiriya êrîşkaran dikin û ji aliyê Sika Tirênê û Bustan Başa êrîşî taxa Şêxmeqsûd dikin. Komên êrîşkar di nava hewldanan dene ku qadên şer fireh bikin û ji aliyê gundê Beno ve êrîş pêk anîn.
Komên çete ên ku êrîşî taxên kurdan dikin li ber berxwedana hêzên YPG’ê û Eniya El-Ekrad nikarin pêşbikevin bi hawanan êrîşî taxên kurdan dikin.
Pevçûnên li herêmê hîn bi dijwarî didomin.