Li Helebê 5 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan
Li Helebê 5 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan
Li Helebê 5 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan
Fermandarekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku ewan duh li herêmên pevçûnan a taxa Eşrefiyê 7 cenaze dîtine û da zanîn ku 5 ji cenazeyan yên şervanên YPG'ê ne, 2 cenaze ne hatin naskirin.
Fermandarekî YPG'ê diyar kir ku şervanên wan li derdora qereqola Eşrefiyê ku pevçûnên dijwar lê rûdan, 7 cenaze dîtin û ber bi taxa Şêxmeqsûd ve birin. Fermandarê YPG'ê da zanîn ku 5 ji cenazeyên ku hatine dîtin yên şervanên wan ên ku têkilî bi wan re hatibûn birîn, 2'ê din kesên sivîl in lê hîn nehatine naskirin. Saziya Malbatên Şehîdan hewl dide ku her du cenazeyên din jî werin naskirin
Her wiha fermandarê YPG'ê bal kişand ku yek ji 5 şervanên wan yên jiyana xwe ji dest dane endamekê meclisa tenduristiyê ye, ku di destpêka pevçûnan de tevlî YPG'ê bû û birîndar derman dikirin.
Tûgaya şehîdên Helebê navê 5 şervan xwe yên ku di pevçûnên Eşrefiyê de jiyana xwe ji dest dan aşkere nekirin.
Duh, welatiyê bi navê Behcet Xelîl Heco li ber çerxeriya duyemîn, bi guleya segvanên rêjîmê hate sûîqestkirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha 2 welatiyên bi navê Ziyad Qedûra û Mehmûd Ewlî jî guleyên qernasên rêjîma Bass birîndar bûn.
Hejmara şervanên YPG'ê yên di pevçûnên li Eşerfiyê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 7’an.