Li Helebê hejmara miriyan gihişt 18’an

Li Helebê hejmara miriyan gihişt 18’an

Hejmara kesên ku di encama topbarana duh li dijî taxa Eşrefiye ya Helebê ku piraniya şêniya wê Kurd e pêk hat de jiyana xwe ji dest da gihişt 18’yan. Hat diyarkirin ku ji vana 4 kes zarok in û malbateke bi temamî jiyana xwe ji dest daye.

Di encama topbarana rêjîma Sûryayê de, duh li ser taxa Eşrefiyê ku piraniya şêniyên wê kurd pêk hat 14 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, 42 birîndar bibûn. Îro 4 welatiyên ku birîndar bibûn, jiyana xwe ji dest dan, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 18’an  û ji wan 4 zarok in.

Her wiha, li Efrînê Îro cenazeyê 8 welatiyan dê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan bispêrin axê. 6 welatiyên din cenazeyê wan ji aliyê rêjîma Bass ve bi hinceta ewlekariyê li Nexweşxaneya Zangeha Helebê hatine ragirtin û nadin malbatan.

MALBATEKE HEMÛ JIYANA XWE JI DEST DA

Navên hin kesên ku jiyana xwe ji dest dane û ji heman malbatê ne wiha ne: Ehmed Hac Bakîr ê 6 salî, Evîn Hac Bakir a 8 salî- Mistefa Hac Bakîr ê 34 salî- Heyat Hac a 30 salî. Hat diyarkirin ku malbat ji gundê Çeqela Ortene ya Efrînê ne.

Mihemed Dîmo Elebd ê 10 salî- Xelîl Hisên Cimo (1965) ji gundê Kîmar, Celal Mihemed Heftar (1973), Mihemed Dîbo Habo yê bi eslê xwe Ereb e, her wiha 6 kesên ku jiyana xwe ji dest dane û di nexweşxaneyê de ji aliyê rêjîma Bass ve hatine ragirtin navê wan ne diyar e.

Di navbera Artêşa Sûryê û Artêşa Azad de pevçûnên dijwar ku êvara çarşemê dest pê kiribûn, heta roja pênşemê didomiyan. Di dema ku pevçûn di navbera aliyan de rûdidan û gihiştin parka Eleşrefiyê û çerxeriya Yekê ya taxê. Pevçûnên ku bi saetan dewam kirin kuştî ji her dû aliyên çêbûn.

Di dema pevçûnan de welatiyên herêmê malên ji malên xwe derketin û berê xwe dan Taxa Şêx Meqsûd.