Li Helebê Kurdan cihên stratejîk bi dest xist
Li Helebê Kurdan cihên stratejîk bi dest xist
Li Helebê Kurdan cihên stratejîk bi dest xist
Li Helebê piştî ku hêzên rejîmê êrîşê Kurdan kirin, YPG û Hêzên Asayişa Kurdan operasyoneke berfireh li dar xistin û di encamê de du cihê stratejî k bi dest xistin. Hat diyarkirin ku artêşa Sûriyeyê gelek windahî dane.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Asayişê piştî êrîşên hewayî yên artêşa Sûriyeyê li hemberî taxa Eşrefiye ya Kurdan, operasyoneke berfiheh li dar xistin.
Di encama êrîşa hewayî ya ku artêşa Sûriyeyê li diî taxa Eşrefiye ya Helebê pêk anî de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di encama pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û komên çekdar ên ku ji aliyê welatên Kendavê ve tê destekkirin de, artêşa Sûriyeyê Duwere Ewel û Duwere Tanî bi dest xistin. Ev her du rêyên dijîn Eşrefiyê girîng in.
Piştî van êrîşan artêşa rejîma Sûriyeyê derdora 100 Kurd binçav kirin û birin ciheke ne diyar û heta niha aqubeta wan ne diyar e.
Her çendî Artêşa Sûriyeya Azad û komêmn din ên çekdar careke din êrîş kirin, lê nekarîn van cihên stratekî bi dest bixin.
Roja 3’yê sibatê di navbera komên hevkarên rejîmê û YPG’ê de pevçûn qweim û di encamê de 3 milîs, 9 leşker tevî çekên wan dîl hatin girtin.
ARTÊŞA REJÎMÊ WINDAHIYÊN MEZIN DA PEVÇÛN DIDOME
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, YPG’ê her du Çariyanên girîng bi dest xistin û heman çavkaniyê da zanîn ku artêşa rejîmê herî kêm 20 windahî dane, gelek birîndar wan hene. Hate diyarkirin ku pevçûn berdewam dikin û tankên rejîmê herêmê bombebaran kirin.
Derdora 600 Kurd li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Heleba ku duwemîn bajarê mezin ê Sûriyeyê ye dijîn. Ev her du taxên ku piraniya şêniya wan Kurd in taxên herî bi ewle ne. Lê di heman demê de di navbera artêşa rejîmê û komên çekdar ên Artêş Sûriyeya Azad de mane. Bi mehan e bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû ne.