Li Helebê Kurdek bi guleya doşkayê hate kuştin

Li Helebê Kurdek bi guleya doşkayê hate kuştin

 Doh di saetên şevê din de, li taxa Eşrefiyeyê ya Helebê ku piraniyê şêniyên kurd e, guleyek Doşka li serê Kurdê bi navê Luqman Ali ket û di encamê de jiyan xwe ji deste da.

Welatiyê kurd Luqman Elî di dema ku çûbû serdana mala birayê xwe ya li nêzî bazara mêwa bû, dema ku ba malbata xwe sekinîbû di nava 20 kesî de, zaroka wî ya biçûk di destê wî de bû, guleya doşka li serê wî ket û jiyana xwe jidest da.

Luqman bavê 3'ê zarokan e.  Îro serê sibê Saziya Malbatên Şehîdan canezeyê Luqman Elî ber bi Efrînê ve bi rê kirin û dê li Goristana Metînan bispêrin axê.