Li Helepçe 29'emîn salvegera 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Helepçe 29'emîn salvegera 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Helepçe 29'emîn salvegera 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Helepçeyê 29’emîn salvegera Pengava 15’ê Tebaxê bi organîzasyona Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan (PÇDK)’ê bi şahiyeke bi coş hate pîrozkirin.
Li Başûrê Kurdistan bajarê Helepçeyê duh di saet 16.00’an de li Helepçe 29'emîn salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi organîzasyona Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK)’ê û rêxistina PÇDK’ê ya Şarezar bi beşdariya bi sedan niştecihên Helepçeyê bi coş hat pîrozkirin. Şahî ku bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan destpê kir, hunermend Comerd, Denîz Deman, Celal Hewramî, Yaqub Hewramî û hunermendên herêmî yên Başûrê Kurdistanê jî di şahiyê de cihên xwe girtin.
Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb di axaftina xwe de Pêngava 15’ê Tebaxê ku di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li tevayî gelê Kurd pîroz kir wiha got, "15’ê Tebaxê ji bo tevayî gelê Kurd rojeke dîrokî ye. Gelê Kurdistan li Bakurê Kurdistanê û di heman demê de li her sê parçeyên din ên Kurdistanê jî, di dirêjahiya dîrokê de, têkoşîn û berxwedaneke mezin dane. Di roja me de jî gelê Kurd ketiye qonaxeke girîng a neteweyî.” Diyar Xerîb di dewama axaftina xwe ev xal destnîşan kirin: "Pêwîst e em vê rojê weke rojeke asayî negirin dest da ku em karibin wateya vê rojê fêm bikin."
Diyar Xerîb di dawiya axaftina xwe de wiha got, “Dewletên derve îro bi her cureyî alîkariya dîplomasî, siyasî û leşkerî ji bo desthilatên Rojhilata Navîn dikin da ku destketiyên gelê Kurd têk bibin. Lewma di roja îro de pêwîstiya gelê Kurd ji her demekê zêdetir bi hevdu heye û gelê Kurd divê ji vir û pê ve hem di aliyê manewî û hem jî di aliyê aborî de hevdu biparêze û li ku derê dibe bila bibe bi awayekî merdane xwedî li hev derkeve."
Her wiha hunermendên ku ji Bakurê Kurdistanê, Ewropa û yên Başûrê Kurdistanê; hunermend Comerd, Denîz Deman, Celal Hawramî, Yaqub Hawramî û hwd. hunermendên herêmî ku beşdarî şahiyê bûn bi stran û awazên xwe coş tevlî coş kirin.
Pîrozbahî heya derengiya şevê, bi govend û dîlanê dewamkir.